DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Erdişê serdegirtinên malan

11 Cotmeh
15:04 2016

WAN (DÎHA)- Li navçeya Erdîşê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê tîmên taybet bi ser malên li taxên Sulî, Panî, Xaseve û Pîlorê de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin û heqeret li kesên malan hate kirin. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê Ridvan Yildiz û gelek kesên ku navên nehat hînbûn hatin binçavkirin.

Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin midûriyeta polîsan.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN