Li Erdişê serdegirtinên malan 2016-10-11 15:04:07 WAN (DÎHA)- Li navçeya Erdîşê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. Li navçeya Erdîşê ya Wanê tîmên taybet bi ser malên li taxên Sulî, Panî, Xaseve û Pîlorê de girtin. Di serdegirtinan de mal hatin serobinokirin û heqeret li kesên malan hate kirin. Di serdegirtinan de welatiyê bi navê Ridvan Yildiz û gelek kesên ku navên nehat hînbûn hatin binçavkirin. Welatiyên ku sedema binçavkirina wan nehat hînbûn birin midûriyeta polîsan. (sa)