DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Dema pêşbirka xwendina pirtûkan hat dirêjkirin

 
11 Cotmeh
14:58 2016

STENBOL (DÎHA) - Serlêdana pêşbirka pirtûkên kurdî ya ku ji aliyê Navenda Çanda Arzelayê ve ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandin kurdî daye destpêkirin heta 1'ê Mijdarê dirêj kir.

Serlêdana pêşbirka pirtûkên kurdî ya ku ji aliyê Navenda Çanda Arzelayê ve ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandin kurdî daye destpêkirin hat dirêjkirin. Pêşbirkê îro bi belavkirina pirtûkan bihata destpêkirin lê ji ber daxwazên zêde heta 1'ê Mijdarê hat dirêjkirin.

Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin dikarin biçin Navenda Çanda Arzêla ya Şîrînevler a Stenbolê an jî Facebook û Twitterê ji hesabê "PÊŞBIRKA XWENDİNÊ" form bigirin û serlêdanê bikin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN