Dema pêşbirka xwendina pirtûkan hat dirêjkirin 2016-10-11 14:58:44 STENBOL (DÎHA) - Serlêdana pêşbirka pirtûkên kurdî ya ku ji aliyê Navenda Çanda Arzelayê ve ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandin kurdî daye destpêkirin heta 1'ê Mijdarê dirêj kir. Serlêdana pêşbirka pirtûkên kurdî ya ku ji aliyê Navenda Çanda Arzelayê ve ji bo pêşxistina xwendin û nivîsandin kurdî daye destpêkirin hat dirêjkirin. Pêşbirkê îro bi belavkirina pirtûkan bihata destpêkirin lê ji ber daxwazên zêde heta 1'ê Mijdarê hat dirêjkirin. Kesên ku dixwazin beşdarî pêşbirkê bibin dikarin biçin Navenda Çanda Arzêla ya Şîrînevler a Stenbolê an jî Facebook û Twitterê ji hesabê "PÊŞBIRKA XWENDİNÊ" form bigirin û serlêdanê bikin. (sa)