Leşkerên li Farqînê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin
10 Cotmeh
15:17
2016
AMED (DÎHA) - Leşkerên ku li navçeya Farqînê ya Amedê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin. Li gorî agahiyan serpêl û efserek hat kuştin, herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
Li navçeya Farqînê ya Amedê leşkerên ku derketin operasyonê rastî êrîşa gerîllayên HPG'ê hatin. Li gorî agahiyên destpêkê serpêl û efserek hat kuştin, herî kêm 6 leşker birîndar bûn.
(mae)