Leşkerên li Farqînê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin 2016-10-10 15:17:56 AMED (DÎHA) - Leşkerên ku li navçeya Farqînê ya Amedê derketin operasyonê rastî êrîşê hatin. Li gorî agahiyan serpêl û efserek hat kuştin, herî kêm 6 leşker birîndar bûn. Li navçeya Farqînê ya Amedê leşkerên ku derketin operasyonê rastî êrîşa gerîllayên HPG'ê hatin. Li gorî agahiyên destpêkê serpêl û efserek hat kuştin, herî kêm 6 leşker birîndar bûn. (mae)