Xebatkarên Şaredariya Qoserê qeyûm şermezar kirin
10 Cotmeh
14:40
2016
MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredar û xebatkarên Şaredariya Qoserê tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin.
Xebatkar û hevşaredarên Şaredariya Qoserê, li pêş avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û tayînkirina qeyûman a Şaredariyên DBP'ê şermezar kirin. Hevşaredarê Qoserê Îsmail Asi, diyar kir ku tu hêz nikare vîna gel desteser bike.
(mae)