Xebatkarên Şaredariya Qoserê qeyûm şermezar kirin 2016-10-10 14:40:41 MÊRDÎN (DÎHA) - Hevşaredar û xebatkarên Şaredariya Qoserê tayînkirina qeyûman a şaredariyên DBP'ê bi çalakiya rûniştinê şermezar kirin. Xebatkar û hevşaredarên Şaredariya Qoserê, li pêş avahiya şaredariyê çalakiya rûniştinê pêk anîn û tayînkirina qeyûman a Şaredariyên DBP'ê şermezar kirin. Hevşaredarê Qoserê Îsmail Asi, diyar kir ku tu hêz nikare vîna gel desteser bike. (mae)