Li dijî qeyûm çalakî pêk anîn
10 Cotmeh
12:09
2016
DERSIM (DÎHA) - Xebatkarên Şaredariya Bajaroka Perî ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dev ji kar berda.
Xebatkarên Bajaroka Perî ya Mazgêrd a Dersimê ji bo tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î dev ji kar berdan. Hevşaredar Fadîme Çetînkaya li ber şaredariyê axivî û diyar kir ku ew ê qeyûman nas nekin.
Hevşaredar Huseyîn Çetînkaya jî girtina kanalên televîzyonan û Qatlîama Enqereyê şermezar kir. Çetînkaya bilêv kir ku ji bo ew nîşan bidin ku qeyûman nas nakin rojekî kar berdane.
(sa)