Li dijî qeyûm çalakî pêk anîn 2016-10-10 12:09:49 DERSIM (DÎHA) - Xebatkarên Şaredariya Bajaroka Perî ji bo şermezarkirina tayînkirina qeyûman dev ji kar berda. Xebatkarên Bajaroka Perî ya Mazgêrd a Dersimê ji bo tayînkirina qeyûman li şaredariyên DBP'î dev ji kar berdan. Hevşaredar Fadîme Çetînkaya li ber şaredariyê axivî û diyar kir ku ew ê qeyûman nas nekin. Hevşaredar Huseyîn Çetînkaya jî girtina kanalên televîzyonan û Qatlîama Enqereyê şermezar kir. Çetînkaya bilêv kir ku ji bo ew nîşan bidin ku qeyûman nas nakin rojekî kar berdane. (sa)