DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji ber bi kurdî stran gotin hatin binçavkirin

10 Cotmeh
09:51 2016

STENBOL (DÎHA) - 5 ciwanên ku şevê din li Kolana Îstîklalê bi kurdî stran gotin û govend gerandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.

Li Kolana Îstîklalê ya Navçeya Beyoglu endamê koma muzîkê Muhammed Ubin, Sadık Îlter û Oktay Karataş şevê din bi kurdî stran gotin. Ciwanên bi navê Ayşegul Ozcan û Zilan Balta jî ligel wan govend gerandin. Piştî demekê polîs hatin cem wan û ew binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin qereqola polîsan a Taksîmê. Polîsan piştî îfadeyên wan girt endamên koma muzîkê Ubin, Îlter û Karataş serbest berdan û Ozcan û Balta jî birin nexweşxaneyê û dîsa anîn qereqola polîsan. Li bendê ye ku Ozcan û Balta îro sewqî dozgeriyê bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN