Ji ber bi kurdî stran gotin hatin binçavkirin 2016-10-10 09:51:20 STENBOL (DÎHA) - 5 ciwanên ku şevê din li Kolana Îstîklalê bi kurdî stran gotin û govend gerandin ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin. Li Kolana Îstîklalê ya Navçeya Beyoglu endamê koma muzîkê Muhammed Ubin, Sadık Îlter û Oktay Karataş şevê din bi kurdî stran gotin. Ciwanên bi navê Ayşegul Ozcan û Zilan Balta jî ligel wan govend gerandin. Piştî demekê polîs hatin cem wan û ew binçavkirin. 5 kesên hatin binçavkirin birin qereqola polîsan a Taksîmê. Polîsan piştî îfadeyên wan girt endamên koma muzîkê Ubin, Îlter û Karataş serbest berdan û Ozcan û Balta jî birin nexweşxaneyê û dîsa anîn qereqola polîsan. Li bendê ye ku Ozcan û Balta îro sewqî dozgeriyê bikin. (mae)