Alîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliyê hat kuştin
WAN (DÎHA) - Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliyê Aydin Muştu, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da.
Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliyê Aydin Muştu, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Muştu li mala xwe ya gundê Molla Hasan rastî êrîşa çekdarî hat û li malê hat kuştin. Piştî bûyerê cenazeyê Muştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Leşkeran piştî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin.
(mae)