Alîgirê Serokê AKP'ê yê Qelqeliyê hat kuştin 2016-10-10 08:44:16 WAN (DÎHA) - Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliyê Aydin Muştu, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Li navçeya Qelqeliyê ya Wanê Cîgirê Serokê AKP'ê yê navçeya Qelqeliyê Aydin Muştu, ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve rastî êrîşa çekdarî hat û jiyana xwe ji dest da. Muştu li mala xwe ya gundê Molla Hasan rastî êrîşa çekdarî hat û li malê hat kuştin. Piştî bûyerê cenazeyê Muştî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qelqeliyê. Leşkeran piştî bûyerê lêpirsîn dan destpêkirin. (mae)