DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

TGS: Bila rojnamegerên girtî bên berdan

 
7 Cotmeh
13:05 2016

STENBOL (DÎHA) - TGS'ê li hemberî girtina rojnameger Cemîl Ugur û Ahmet Anil nerazîbûn nîşan da û xwest rojnamegerên girtî hemû bên berdan.

Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) têkîldarî girtina nûçegihanê rojnameya Evrenselê yê Mêrsînê Cemîl Ugur û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) ê Edeneyê Mehmet Anil daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê bi agahiyên girtinê yên rojnamegeran azadiya çapemeniyê hat tunekirin. Em wekî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê dixwazin hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Heke civakek di rewşekî azad û demokratîk de bijîn ev dê ancax bi azadiya çapemeniyê pêkan e."

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN