TGS: Bila rojnamegerên girtî bên berdan 2016-10-07 13:05:29 STENBOL (DÎHA) - TGS'ê li hemberî girtina rojnameger Cemîl Ugur û Ahmet Anil nerazîbûn nîşan da û xwest rojnamegerên girtî hemû bên berdan. Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) têkîldarî girtina nûçegihanê rojnameya Evrenselê yê Mêrsînê Cemîl Ugur û nûçegihanê Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) ê Edeneyê Mehmet Anil daxuyanî da. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Li Tirkiyeyê bi agahiyên girtinê yên rojnamegeran azadiya çapemeniyê hat tunekirin. Em wekî Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê dixwazin hemû rojnamegerên girtî bên berdan. Heke civakek di rewşekî azad û demokratîk de bijîn ev dê ancax bi azadiya çapemeniyê pêkan e." (sa)