DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Ji HPG'iyan li dijî qereqolê çalakî

 
6 Cotmeh
13:39 2016

COLEMÊRG (DÎHA) – Li gundê Dêlezê ya Geverê gerîlayên HPG’ê bi havan û çekan li dijî Qereqola Jendermeyê ya Kisikliyê çalakî pêk anîn. Piştî çalakiyê leşkeran derdora gund dan ber guleyan û kesekî birîndar kirin.

Li gundê Dêlezê ya navçeya Gevera Colemêrgê gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Jendermeyê ya Kisikliyê bi çekên lûle dirêj û havanan çalakî pêk anî. Piştî çalakiya serê sibê pêk hat leşkeran derdora gund gulebaran kirin û havan avêtin gund. Ji ber êrîşa havanan a leşkeran baytarê pezê gund derman dikir Bişar Ozdemir birîndar bû. Derbarê rewşa Ozdemîr de agahiyek zelal nehat bidestxistin û Ozdemir rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê.

Her wiha havanê leşkeran ket ber hin malên welatiyan û di malan de xisara maddî pêk hat. Di çalakiya gerîlayên HPG’ê de derbarê mirî û birîndaran de agahiyek zelal nehat bidestxistin.

Li herêmê operasyona leşkerî ya berfireh hat destpêkirin û helîkopter jî leşkeran dibin girên bilind.

Welatiyên gund ragihandin ku ew nikarin derkevin derve û rayedarên leşkerî jî ji wan re agahiya îlankirina “qedexeya derketina kolanan” dane. Derbarê qedexeya hatiye îlankirin de jî hêj daxuyaniyek fermî nehatiye dayîn.

(gka)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN