Li Wanê serdegitina malan: 10 kes hatin binçavkirin
WAN (DÎHA) - Di serdegitinên malan ên li navenda Wanê û Qelqeliyê de Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Recep Canlanci jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin.
Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên li li taxên Bostanîçî û Xaçort ên Rêya Armûşê ya wanê de girtin. Malên ku bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin 7 kesên ku navê wan ne hat zanîn hatin binçavkirin. Hat diyarkirin di dema binçavkirinan de malbat rastî heqaret polîsan hatine û hatine derpkirin. 7 kesên ku sedema binçavkirina wan ne hat zanîn birin Şaxa TEM'ê ya girêdayî Midûryeta Polîsan a navçeyê.
Li Qelqeliyê 3 kes hatin binçavkirin
Di saetên serê sibê de polîsan li Qelqeliyê bi ser malan de girtin û Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Recep Canlanci, Hevserokê DBP'ê yê berê yê navçeyê Yakup Almaç û welatiyê bi navê Ayhan Kiliç hatin binçavkirin.
3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê.
(mb)