Li Wanê serdegitina malan: 10 kes hatin binçavkirin 2016-10-05 11:49:21 WAN (DÎHA) - Di serdegitinên malan ên li navenda Wanê û Qelqeliyê de Hevserokê HDP'ê ya navçeyê Recep Canlanci jî di nav de 10 kes hatin binçavkirin. Polîsan di saetên serê sibê de bi ser malên li li taxên Bostanîçî û Xaçort ên Rêya Armûşê ya wanê de girtin. Malên ku bi wesayîtên zirxî hatin dorpêçkirin 7 kesên ku navê wan ne hat zanîn hatin binçavkirin. Hat diyarkirin di dema binçavkirinan de malbat rastî heqaret polîsan hatine û hatine derpkirin. 7 kesên ku sedema binçavkirina wan ne hat zanîn birin Şaxa TEM'ê ya girêdayî Midûryeta Polîsan a navçeyê. Li Qelqeliyê 3 kes hatin binçavkirin Di saetên serê sibê de polîsan li Qelqeliyê bi ser malan de girtin û Hevserokê HDP'ê yê navçeyê Recep Canlanci, Hevserokê DBP'ê yê berê yê navçeyê Yakup Almaç û welatiyê bi navê Ayhan Kiliç hatin binçavkirin. 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn birin Fermandariya Cendirmeyan a navçeyê. (mb)