DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Di êrîşa li Licê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan

4 Cotmeh
21:58 2016

AMED (DÎHA) – Li Licê, di êrîşa li dijî Qereqola Qorxayê de serpel û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan.

Li Licêya Amedê, di saetên êvarî de gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Qorxayê êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di êrîşê de serpel û çawîşekî pispor, bi giştî 2 leşkerî jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketin di heman êrîşê de 3 leşker jî birîndar bûne.

Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê.

Her wiha têkildarî êrîşê de Walîtiya Amedê jîd axuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku personelekî leşkerî jiyana xwe ji dest daye û 4 jê jî birîndar bûne.


Lê belê hat zanîn ku, leşkerê duyem ê ku jiyana xwe ji dest daye, yek ji wan lekerên birîndar bûye.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN