Di êrîşa li Licê de 2 leşker jiyana xwe ji dest dan 2016-10-04 21:58:34 AMED (DÎHA) – Li Licê, di êrîşa li dijî Qereqola Qorxayê de serpel û çawîşekî pispor jiyana xwe ji dest dan. Li Licêya Amedê, di saetên êvarî de gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Qorxayê êrîşeke çekdarî pêk anîn. Di êrîşê de serpel û çawîşekî pispor, bi giştî 2 leşkerî jiyana xwe ji dest da. Li gor agahiyên bi dest ketin di heman êrîşê de 3 leşker jî birîndar bûne. Leşkerên birîndar rakirin nexweşxaneyên li Amedê. Her wiha têkildarî êrîşê de Walîtiya Amedê jîd axuyaniyek da û di vê daxuyaniyê de hat diyarkirin ku personelekî leşkerî jiyana xwe ji dest daye û 4 jê jî birîndar bûne. Lê belê hat zanîn ku, leşkerê duyem ê ku jiyana xwe ji dest daye, yek ji wan lekerên birîndar bûye. (red)