Polîsan bi ser Ozgur Gun TV û radyoyê ve girt
3 Cotmeh
19:26
2016
AMED (DÎHA) - Polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Ozgur Gun Tv û Ozgur Gun Radyoyê de girtin.
Li Yenîşehara Amedê de polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyoyê de girtin. Polîs û karmend li hûndirê avahiyê lêgerînê pêk tînin û hat hînbûn dê piştî lêgerînê dê deriyê avahiyê mohr bikin.
Weşana Ozgur Gun TV di 30'ê Tebaxê de hatibû reşkirin û heta niha weşana heremî dikir.
(bg/red)