Polîsan bi ser Ozgur Gun TV û radyoyê ve girt 2016-10-03 19:26:28 AMED (DÎHA) - Polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Ozgur Gun Tv û Ozgur Gun Radyoyê de girtin. Li Yenîşehara Amedê de polîs û karmendên darayî bi ser avahiya Ozgur Gun TV û Ozgur Gun Radyoyê de girtin. Polîs û karmend li hûndirê avahiyê lêgerînê pêk tînin û hat hînbûn dê piştî lêgerînê dê deriyê avahiyê mohr bikin. Weşana Ozgur Gun TV di 30'ê Tebaxê de hatibû reşkirin û heta niha weşana heremî dikir. (bg/red)