DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Girtina qanalên kurdî şermezar kirin

 
1 Cotmeh
19:26 2016

ÇEWLÎG (DÎHA) - Li Cewlîgê endam û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif û bi kurdî weşanê dikin şermezar bikin çalakî pêk anîn. Nûnerên partî û saziyan diyar kirin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin.

Îktîdara AKP'ê bi biryarên KHK'ê 12 televîzyon û 11 radyo bi giştî 23 weşan tevî malperên wan ên înternetê qut kirin û gelek sazî mohr kirin. Piştî radyo û televîzyon hatin girtin li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Rêveberên DBP, HDP û Kongreya Jinen Azad (KJA), bi boneya girtina radyo û televîzyonan şermezar bikin li ber Pasaja Gel kom bûn û çalakî pêk anîn. Komê di çalakiyê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin"

Hevseroka DBP'ê ya Cewlîgê Zeynep Yurtsever li vir daxuyanî da û bang li hemû saziyên civakî û hêzên demokratîk kir û xwest li dijî contaya faşîsta AKP'ê têkoşîna xwe bilind bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN