Girtina qanalên kurdî şermezar kirin 2016-10-01 19:26:40 ÇEWLÎG (DÎHA) - Li Cewlîgê endam û rêveberên DBP, HDP û KJA'yê ji bo girtina televîzyon û radyoyên muxalif û bi kurdî weşanê dikin şermezar bikin çalakî pêk anîn. Nûnerên partî û saziyan diyar kirin ku çapemeniya azad nayê bêdengkirin. Îktîdara AKP'ê bi biryarên KHK'ê 12 televîzyon û 11 radyo bi giştî 23 weşan tevî malperên wan ên înternetê qut kirin û gelek sazî mohr kirin. Piştî radyo û televîzyon hatin girtin li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Rêveberên DBP, HDP û Kongreya Jinen Azad (KJA), bi boneya girtina radyo û televîzyonan şermezar bikin li ber Pasaja Gel kom bûn û çalakî pêk anîn. Komê di çalakiyê de pankarta "Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" Hevseroka DBP'ê ya Cewlîgê Zeynep Yurtsever li vir daxuyanî da û bang li hemû saziyên civakî û hêzên demokratîk kir û xwest li dijî contaya faşîsta AKP'ê têkoşîna xwe bilind bikin. (mae)