DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Li Wanê Nobeta li dijî girtina TV û radyoyan berdewam dike

 
1 Cotmeh
17:04 2016

WAN (DÎHA) - Nobeta xebatkarên Van TV û Dogu Radyo yên ku bi KHK'yan hatîne girtin berdewam dike.

Nobeta xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ku bi biryara KHK'yan ewil weşana wan hatibû rawestandin û piştre mohr li deriyê avahiya wan hatibû xistin berdewam dike. Xebatkarên ku dest bi nobetê kiribûn ji aliyê polîsan ve ji hewşa avahiya TV û radyoyê hatibûn derxistin.

Piştî vê yekê xebatkaran niha nobeta xwe li ber avahiyê berdewam dike. Ziyaretên piştgiriya yên Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî jî ji bo çalakvanan berdewam dike.

(no)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN