Li Wanê Nobeta li dijî girtina TV û radyoyan berdewam dike 2016-10-01 17:04:42 WAN (DÎHA) - Nobeta xebatkarên Van TV û Dogu Radyo yên ku bi KHK'yan hatîne girtin berdewam dike. Nobeta xebatkarên Van TV û Dogu Radyo ku bi biryara KHK'yan ewil weşana wan hatibû rawestandin û piştre mohr li deriyê avahiya wan hatibû xistin berdewam dike. Xebatkarên ku dest bi nobetê kiribûn ji aliyê polîsan ve ji hewşa avahiya TV û radyoyê hatibûn derxistin. Piştî vê yekê xebatkaran niha nobeta xwe li ber avahiyê berdewam dike. Ziyaretên piştgiriya yên Saziyên Civaka Sivîl û partiyên siyasî jî ji bo çalakvanan berdewam dike. (no)