DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

13 binçavkiriyên li Depê sewqî edliyê hatin kirin

 
1 Cotmeh
15:24 2016

XARPÊT (DİHA) - Li Xarpêtê di 29'ê îlonê de din av de ku hevşaredarên Depê jî hene 13 kes derxistin edliyê.

Li navçeya Depê ya Xarpêtê di 29'ê îlonê de di nav de ku Hevşaredarên Depê hebûn 13 kesên di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê derxistin Edliya Depê. Navê kesên binçavkirî ev in: Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik, xebatkarên şaredariyê Selamî Erdogan, Adnan Parlakyildiz, Şemsetîn Akbulut, Îlhan Sorgucu, Selahatîn Guvercîn, Mahmut Yaşar, Bekîr Gun, Kader Guntekîn, Nezîhe Erdogan, Bahatîn Çîçek û kesek navê wî nehat hînbûn.

Xizmên kesên binçavkirî jî li ber Edliya Depê li hev kom bûn.

(bg)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN