13 binçavkiriyên li Depê sewqî edliyê hatin kirin 2016-10-01 15:24:51 XARPÊT (DİHA) - Li Xarpêtê di 29'ê îlonê de din av de ku hevşaredarên Depê jî hene 13 kes derxistin edliyê. Li navçeya Depê ya Xarpêtê di 29'ê îlonê de di nav de ku Hevşaredarên Depê hebûn 13 kesên di encama serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin piştî îfadeyên emniyetê derxistin Edliya Depê. Navê kesên binçavkirî ev in: Hevşaredarên Depê Burhan Kocaman û Cennet Ayik, xebatkarên şaredariyê Selamî Erdogan, Adnan Parlakyildiz, Şemsetîn Akbulut, Îlhan Sorgucu, Selahatîn Guvercîn, Mahmut Yaşar, Bekîr Gun, Kader Guntekîn, Nezîhe Erdogan, Bahatîn Çîçek û kesek navê wî nehat hînbûn. Xizmên kesên binçavkirî jî li ber Edliya Depê li hev kom bûn. (bg)