Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Adanûr hat girtin
ŞIRNEX (DÎHA) - Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Sebrî Adanûr ku ji alîyê tîmên taybet ve hat binçavkirin şandin girtîgehê.
Xebatkarê Şaredariya Cizîrê û belavkarê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Sabrî Adanûr ku îro hatibû binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Hate hînbûn ku dosyayek Adanûr ku bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" ji aliyê dadgehê ve hatiye erêkirin û ji ber vê yekê hatiye girtin.
(kom/no/mae)