Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Adanûr hat girtin 2016-09-30 19:51:27 ŞIRNEX (DÎHA) - Xebatkarê Şaredariya Cizîrê Sebrî Adanûr ku ji alîyê tîmên taybet ve hat binçavkirin şandin girtîgehê. Xebatkarê Şaredariya Cizîrê û belavkarê Rojnameya Azadiya Welat ê berê Sabrî Adanûr ku îro hatibû binçavkirin şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê. Hate hînbûn ku dosyayek Adanûr ku bi hinceta, "endamê rêxistinê ye" ji aliyê dadgehê ve hatiye erêkirin û ji ber vê yekê hatiye girtin. (kom/no/mae)