DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Doza nûçegihana me Soydan hat taloqkirin

 
30 Îlon
14:17 2016

COLEMÊRG (DÎHA) - Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya operasyona Geverê ji raya giştî re ragihand dîsa nehat berdan û doz taloqî 23'yê mijdarê hat kirin.

Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya operasyona Geverê ji raya giştî re ragihand di 14'ê gulanê de hat girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê hat dîtin. Soydan a ku bi daxwaza cezaya muebetê tê darizandin bi sîstema SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê ya Erziromê tevlî dozê bû.

Parêzer û malbata Soydan di dozê de amade bûn û ewil tespîta nasnameyê hat kirin. Piştre jî bersiva ku dadgehê ji MÎT û Wezareta Karên Hundir xwestibû hate xwendin.

MÎT'ê îdia kiri ku belgeyekî ku cîvîna navborî piştras dike tuneye û civînekî bi vî rengî nehatiye lidarxistin, Walîtiya Colemêrgê û daxuyand ku belge di çarçoveya madela 327'an de belgeyekî veşarî ye.

Soydan a ku bi SEGBÎS'ê ve axivî diyar kir ku ew ê paratinê neke û xwest di danişîna din de li dadgehê amade be.

Parêzerê Soydan, Cuneyt Canîş jî daxwaza muwekîla xwe dubare kir û biryara ku ji Wezareta Karên Hundir re asta veşarîbûna belgeyê çi ye bê hin bûn ji bo vê nivîs bê şandin. Doz taloqî 23'yê mijdarê hat kirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN