Doza nûçegihana me Soydan hat taloqkirin 2016-09-30 14:17:52 COLEMÊRG (DÎHA) - Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya operasyona Geverê ji raya giştî re ragihand dîsa nehat berdan û doz taloqî 23'yê mijdarê hat kirin. Doza nûçegihana me Şermîn Soydan a ku ji ber nûçeya operasyona Geverê ji raya giştî re ragihand di 14'ê gulanê de hat girtin li 2'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Colemêrgê hat dîtin. Soydan a ku bi daxwaza cezaya muebetê tê darizandin bi sîstema SEGBÎS'ê ji Girtîgeha Tîpa T a Oltuyê ya Erziromê tevlî dozê bû. Parêzer û malbata Soydan di dozê de amade bûn û ewil tespîta nasnameyê hat kirin. Piştre jî bersiva ku dadgehê ji MÎT û Wezareta Karên Hundir xwestibû hate xwendin. MÎT'ê îdia kiri ku belgeyekî ku cîvîna navborî piştras dike tuneye û civînekî bi vî rengî nehatiye lidarxistin, Walîtiya Colemêrgê û daxuyand ku belge di çarçoveya madela 327'an de belgeyekî veşarî ye. Soydan a ku bi SEGBÎS'ê ve axivî diyar kir ku ew ê paratinê neke û xwest di danişîna din de li dadgehê amade be. Parêzerê Soydan, Cuneyt Canîş jî daxwaza muwekîla xwe dubare kir û biryara ku ji Wezareta Karên Hundir re asta veşarîbûna belgeyê çi ye bê hin bûn ji bo vê nivîs bê şandin. Doz taloqî 23'yê mijdarê hat kirin. (sa)