DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Tendurek bi saetan hat bombekirin

30 Îlon
10:02 2016

AGIRÎ (DÎHA) - Herêmên Qula Mezin, Girêşehîd û Gola Pelexê yêh Tendurekê ji aliyê 3 helîkopteran ve bi saetan hat bombekirin.

Çiyayê Tundurekê yê di navbera navçeyên Bazîd û Ebex ên Wanê û Giyadîna Agiriyê de bi saetan hat bombekirin. Duh piştî tevgera helîkopteran a li Giyadînê di saetên êvarê de herêmên Qula Mezin, Girêşehîd û Gola Pelexê yêh Tendurekê ji aliyê 3 helîkopteran ve bi saetan hat bombekirin.

Bombebaran ji gundên Dawîd, Hecîşalît, Taşkêand û Çobana Qasikayê jî bombebaran hat şopandin.

Li herêma ku hat bombebarankirin serê sibehê jî tevgera balafirên bêmirov dest pê kir.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN