Tendurek bi saetan hat bombekirin 2016-09-30 10:02:09 AGIRÎ (DÎHA) - Herêmên Qula Mezin, Girêşehîd û Gola Pelexê yêh Tendurekê ji aliyê 3 helîkopteran ve bi saetan hat bombekirin. Çiyayê Tundurekê yê di navbera navçeyên Bazîd û Ebex ên Wanê û Giyadîna Agiriyê de bi saetan hat bombekirin. Duh piştî tevgera helîkopteran a li Giyadînê di saetên êvarê de herêmên Qula Mezin, Girêşehîd û Gola Pelexê yêh Tendurekê ji aliyê 3 helîkopteran ve bi saetan hat bombekirin. Bombebaran ji gundên Dawîd, Hecîşalît, Taşkêand û Çobana Qasikayê jî bombebaran hat şopandin. Li herêma ku hat bombebarankirin serê sibehê jî tevgera balafirên bêmirov dest pê kir. (sa)