Endama KJA’yê Olmez hat binçavkirin
MÊRDÎN (DÎHA) - Endama KJA’yê Sarya Olmez li Nisêbînê hat binçavkirin.
Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Sarya Olmez dema ku ji Amedê ber bi Cizîrê ve dihat di têketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de hat binçavkirin. Polîsên ku Olmez li noqteya lêgerînê xistîn bin çavan ew birin Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê.
Hinceta binçavkirina Olmez nehat hînbûn.
(kom/no/bg)