Endama KJA’yê Olmez hat binçavkirin 2016-09-28 19:40:37 MÊRDÎN (DÎHA) - Endama KJA’yê Sarya Olmez li Nisêbînê hat binçavkirin. Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Sarya Olmez dema ku ji Amedê ber bi Cizîrê ve dihat di têketina navçeya Nisêbîn a Mêrdînê de hat binçavkirin. Polîsên ku Olmez li noqteya lêgerînê xistîn bin çavan ew birin Miduriyeta Polîsan a Nisêbînê. Hinceta binçavkirina Olmez nehat hînbûn. (kom/no/bg)