DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Nûçe

Leşkerên bi ser malê de girtin gefa kuştinê xwarin

25 Îlon
11:35 2016

AMED (DÎHA) - Li çoltera Amedê ku operasyona leşkerî didome leşkerên li gundê Helhelê ya Hezroyê bi ser maleke de girtin gefa kuştinê li zarokên welatiyê li mala xwe nebû xwarin û gotina "heke em bavê we bigirin em ê bikujin" bi kar anîn.

Li 18 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê piştî qedexeya di 23'yê îlonê de hate îlankirin operasyona leşkerî ya berdewam dike didome, leşkeran gelek gund dorpêç kirin. Welatiyê bi navê Îrfan Ugurlayan ê ji gundê Helhelê ya Hezroyê ji bo biçe navçeyê derket ji aliyê leşkerên ku gund dorpêç kiribûn ve hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Ugurlayan birine Fermandariya Cendirmeyan a Licê.

Leşkeran piştî ku Ugurlayan binçavkirin bi ser mala birayê wî Cengîz Ugurlayan de jî girtin û lêgerîn kirin. Leşkerên ku mal serobino kirin gefa kuştinê li zarokên Cengîz Ugurlan ê ne li malê bû xwarin û gotina "heke em bavê we bigirin em ê bkujin" bi kar anîn.

Li herêmê operasyonên leşkerî didome, derûdora gundan duh bi şev bi helîkopteran ve hatibû bombekirin.

(sa)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN