Leşkerên bi ser malê de girtin gefa kuştinê xwarin 2016-09-25 11:35:29 AMED (DÎHA) - Li çoltera Amedê ku operasyona leşkerî didome leşkerên li gundê Helhelê ya Hezroyê bi ser maleke de girtin gefa kuştinê li zarokên welatiyê li mala xwe nebû xwarin û gotina "heke em bavê we bigirin em ê bikujin" bi kar anîn. Li 18 gundên navçeyên Licê, Hezro û Karazê yên Amedê piştî qedexeya di 23'yê îlonê de hate îlankirin operasyona leşkerî ya berdewam dike didome, leşkeran gelek gund dorpêç kirin. Welatiyê bi navê Îrfan Ugurlayan ê ji gundê Helhelê ya Hezroyê ji bo biçe navçeyê derket ji aliyê leşkerên ku gund dorpêç kiribûn ve hate binçavkirin. Hate hînbûn ku Ugurlayan birine Fermandariya Cendirmeyan a Licê. Leşkeran piştî ku Ugurlayan binçavkirin bi ser mala birayê wî Cengîz Ugurlayan de jî girtin û lêgerîn kirin. Leşkerên ku mal serobino kirin gefa kuştinê li zarokên Cengîz Ugurlan ê ne li malê bû xwarin û gotina "heke em bavê we bigirin em ê bkujin" bi kar anîn. Li herêmê operasyonên leşkerî didome, derûdora gundan duh bi şev bi helîkopteran ve hatibû bombekirin. (sa)