Tecrîda li ser Ocalan li Edeneyê hat protestokirin
24 Îlon
21:06
2016
EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi çalakiya deng derxistinê hat prorestokirin.
Li taxên Hurriyet, Barbaros, Yenîbey, Gulbahçe, Firat û Denîzlî yên navçeya Seyhana Edeneyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi çalakiya deng derxistinê hat protestokirin. Welatiyên ku li van taxan derketîn kolanan bi deng desxistinê û welatiyên ku li malên xwe jî derketîn balkonan bi çepikan çalakî pêk anîn.
Girseya ku li ber Nûnertiya HDP'ê ya taxa Hurriyetê kom bûyîn kolan bi kolan meşiyan û çalakiya deng derxistinê pêk anîn.
(no)