Tecrîda li ser Ocalan li Edeneyê hat protestokirin 2016-09-24 21:06:29 EDENE (DÎHA) - Li Edeneyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi çalakiya deng derxistinê hat prorestokirin. Li taxên Hurriyet, Barbaros, Yenîbey, Gulbahçe, Firat û Denîzlî yên navçeya Seyhana Edeneyê tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û desteserkirina şaredariyên DBP'ê bi çalakiya deng derxistinê hat protestokirin. Welatiyên ku li van taxan derketîn kolanan bi deng desxistinê û welatiyên ku li malên xwe jî derketîn balkonan bi çepikan çalakî pêk anîn. Girseya ku li ber Nûnertiya HDP'ê ya taxa Hurriyetê kom bûyîn kolan bi kolan meşiyan û çalakiya deng derxistinê pêk anîn. (no)