Hevşaredara Tatosê hat girtin
24 Îlon
10:10
2016
ERZIROM (DÎHA) - Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca ya hatibû binçavkirin hat girtin.
Li navçeya Tatosê ya Erziromê di encama serdegirtina malan de Hevşeradar Tulay Karaca û encamên meclîsa şaredariyê Nuh Demîrel, Çîçek Sarualtun û Osman Kiliç di 7'ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Piştî 16 rojan kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 4 kesên ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.
(sa)