Hevşaredara Tatosê hat girtin 2016-09-24 10:10:36 ERZIROM (DÎHA) - Hevşaredara Tatosê Tulay Karaca ya hatibû binçavkirin hat girtin. Li navçeya Tatosê ya Erziromê di encama serdegirtina malan de Hevşeradar Tulay Karaca û encamên meclîsa şaredariyê Nuh Demîrel, Çîçek Sarualtun û Osman Kiliç di 7'ê îlonê de hatibûn binçavkirin. Piştî 16 rojan kesên hatibûn binçavkirin derxistin dozgeriyê. 4 kesên ku bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê. (sa)