DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Çand û Huner

Qûrsên Konseya Bajêr ya Amedê dest pê kir

 
21 Îlon
09:03 2016

AMED (DÎHA) - Qûrsên Konseya Bajar ya Amedê yên tembûr, erbane û perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî dest pê kir. Dê serlêdanên qûrsan heta dawiya mehê bên qebûl kirin.

Qûrsên Konseya Bajêr ya Amedê yên tembûr, erbane, perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî du roj berê dest pê kir. Qursên ku bi plansaziya Meclisa Ciwanan ya Konseya Bajêr ya Amedê hatiye sazkirin dê 3 mehan berdewam bike û heftê du rojan û du saetan were dayîn. Serlêdanên qûrsan dê li avahiya Konseya Bajêr ya Amedê ya li Sumer Parka Yenîşehîrê ya Amedê, bi rêya telefon û di malpera Konseya Bajêr ya Amedê de were qebûl kirin. Ji bu qebûlkirina qûrsan şerta temenê di navbera 14 û 30’î de ye.

Meclisa Ciwanan ya Konseya Bajêr ya Amedê banga tevlibûna qûrsan kir.

(ua/bg/ms)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN