Qûrsên Konseya Bajêr ya Amedê dest pê kir 2016-09-21 09:03:26 AMED (DÎHA) - Qûrsên Konseya Bajar ya Amedê yên tembûr, erbane û perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî dest pê kir. Dê serlêdanên qûrsan heta dawiya mehê bên qebûl kirin. Qûrsên Konseya Bajêr ya Amedê yên tembûr, erbane, perwerdehiya zimanê kurdî û dimilkî du roj berê dest pê kir. Qursên ku bi plansaziya Meclisa Ciwanan ya Konseya Bajêr ya Amedê hatiye sazkirin dê 3 mehan berdewam bike û heftê du rojan û du saetan were dayîn. Serlêdanên qûrsan dê li avahiya Konseya Bajêr ya Amedê ya li Sumer Parka Yenîşehîrê ya Amedê, bi rêya telefon û di malpera Konseya Bajêr ya Amedê de were qebûl kirin. Ji bu qebûlkirina qûrsan şerta temenê di navbera 14 û 30’î de ye. Meclisa Ciwanan ya Konseya Bajêr ya Amedê banga tevlibûna qûrsan kir. (ua/bg/ms)