DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

KESK amadekariya çalakiyên radikal dike

 
17 Îlon
18:29 2016

ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Giştî û Piştevaniyê ya KESK'ê civîna lezgîn pêk anî û diyar kirin ku dê berxwedana xwe mezin bikin û grevê birçîbûnê jî di navde gelek çalakiyên radîkal pêk bînin.

Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi boneya bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî zextên li ser kedkarên çapemeniyê bîne ziman amadekariya çalakiyên radikal dike. Di Civina Meclîsa Giştî û Piştevaniyê ya KESK'ê mijarên girîng hatin niqaşkirin.

Endamên KESK'ê rêya çareseriyê berxwedan e

Piştî îktîdarên AKP'ê li dijî hemû kedkarên muxalif dest bi êrîşan kir û kedkar ji peyvirê dûr xist, kedkarên cemaweriyê jî li dijî van êrîşan biryara berxwedanê dan. Bi taybetî kurd û kedkarên girêdayî KESK'ê zêde bûn armanca êrîşan û li dijî vê yekê bi lezgîn li hev kom bûn. Di civîn û niqaşan de biryar girtin ku li dijî êrîşan di ber xwe dibin. Di niqaşên civîna KESK'ê de jî mijara zêde derket pêş û hat pêşniyarkirin berxwedanê kurd bikin û çalakiyên xwe li her derê belav bikin. Li aliyekî dê di qada neteweyî û navneteweyî de li mafên xwe yên hiqûqî û siyasî bigerin û têkoşîna xwe bilind bikin, li aliyê din jî dê dakevin kolanan û dest bi çalakiyên girseyî bikin.

Di civînê de biryar hat girtin ku heta peyvir û karê hemû endamê wan bê îadekirin û dest bi kar bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di niqaşan de hat zanîn ku hatiye diyarkirin ku ger hewce be dê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê jî bikin.

(mae)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN