KESK amadekariya çalakiyên radikal dike 2016-09-17 18:29:48 ENQERE (DÎHA) - Meclîsa Giştî û Piştevaniyê ya KESK'ê civîna lezgîn pêk anî û diyar kirin ku dê berxwedana xwe mezin bikin û grevê birçîbûnê jî di navde gelek çalakiyên radîkal pêk bînin. Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), bi boneya bertek û nerazîbûnên xwe yên li hemberî zextên li ser kedkarên çapemeniyê bîne ziman amadekariya çalakiyên radikal dike. Di Civina Meclîsa Giştî û Piştevaniyê ya KESK'ê mijarên girîng hatin niqaşkirin. Endamên KESK'ê rêya çareseriyê berxwedan e Piştî îktîdarên AKP'ê li dijî hemû kedkarên muxalif dest bi êrîşan kir û kedkar ji peyvirê dûr xist, kedkarên cemaweriyê jî li dijî van êrîşan biryara berxwedanê dan. Bi taybetî kurd û kedkarên girêdayî KESK'ê zêde bûn armanca êrîşan û li dijî vê yekê bi lezgîn li hev kom bûn. Di civîn û niqaşan de biryar girtin ku li dijî êrîşan di ber xwe dibin. Di niqaşên civîna KESK'ê de jî mijara zêde derket pêş û hat pêşniyarkirin berxwedanê kurd bikin û çalakiyên xwe li her derê belav bikin. Li aliyekî dê di qada neteweyî û navneteweyî de li mafên xwe yên hiqûqî û siyasî bigerin û têkoşîna xwe bilind bikin, li aliyê din jî dê dakevin kolanan û dest bi çalakiyên girseyî bikin. Di civînê de biryar hat girtin ku heta peyvir û karê hemû endamê wan bê îadekirin û dest bi kar bikin dê têkoşîna xwe berdewam bikin. Di niqaşan de hat zanîn ku hatiye diyarkirin ku ger hewce be dê dest bi çalakiyên greva birçîbûnê jî bikin. (mae)