4 mamoste dimeşin Enqerê
STENBOL (DİHA) - Ji bo şermezarkirina derxistina kar a mamosteyan 4 endamên Eniya Ked a Kedkarên Cemaweriyê ji navçeya Kartalê ya Stenbolê ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin.
4 mamosteyên endamên Eniya Kedkarên Cemaweriyê li navçeya Kartal a Stenbolê daxuyaniyek dan çapemeniyê û dûrxistina ji kar a 11 hezar û 285 mamosteyan şermezar kirin.
Mamosteyê bi navê Halîl top daxuyaniyê xwend û dazanîn ku ji ber nasnameya xwe ya demokrat her tim rastî zextan hatiye û got ku ew 3 milyon kedkarên li Tirkiye bi xweydana eniya xwe têkoşîna aştî û demokrasiyê didin û got ku ewê qadên ku bi keda xwe qezenckirine biparêzin.
Top diyar kir ku roj ne roja rûniştinê ye û xwest li hemberî faşîzmê hemû kes li rûmet û pêşeroja xwe xwedî derkeve û bang li tevahî gel kir û piştgiriyê xwest.
Piştî daxuyaniyê mamosteyan ber bi Enqerê ve dest bi meşê kirin.
(ot)