DİHA - Ajansa Nûçeyan a Dîcleyê

Jîngeha Kedê

Meclîsa Giştî ya KESK'ê bi awayekî awarte dicive

9 Îlon
13:30 2016

ENQERE (DÎHA) - Endamên Meclîsa Şêwirê û Giştî ya KESK'ê, piştî qirkirina li dijî kekdkarên cemaweriyê, biryara civîneke awarte da.

Meclîsa Şêwirê û Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), li dijî "nêçira pirhevokan" a ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin derxistin û li dijî kedkarên cemaweriyê tên bikaranîn, biryara civîneke awarte da. Dê civîna Meclîsa Şêwirê di navbera 15-16'ên îlonê de li Enqereyê bê lidarxistin. Pişt re jî, dê endamên Meclîsa Giştî dê di 17'ê îlonê de civîna xwe yî 7'emîn a Serdema 8'emîn li dar bixe.

Dê rojeva sereka ya civîna awarte îxrac, dûrxistina ji kar û êrîşên li dijî têkoşîna ked û demokrasiyê be.

(red)



ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN