Meclîsa Giştî ya KESK'ê bi awayekî awarte dicive 2016-09-09 13:30:58 ENQERE (DÎHA) - Endamên Meclîsa Şêwirê û Giştî ya KESK'ê, piştî qirkirina li dijî kekdkarên cemaweriyê, biryara civîneke awarte da. Meclîsa Şêwirê û Giştî ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkaran (KESK), li dijî "nêçira pirhevokan" a ku bi Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan De yên ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatin derxistin û li dijî kedkarên cemaweriyê tên bikaranîn, biryara civîneke awarte da. Dê civîna Meclîsa Şêwirê di navbera 15-16'ên îlonê de li Enqereyê bê lidarxistin. Pişt re jî, dê endamên Meclîsa Giştî dê di 17'ê îlonê de civîna xwe yî 7'emîn a Serdema 8'emîn li dar bixe. Dê rojeva sereka ya civîna awarte îxrac, dûrxistina ji kar û êrîşên li dijî têkoşîna ked û demokrasiyê be. (red)